Li Tirkîyê hilbijartina 31 Adarê ji alîyê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve roja manûnemanê tê dîyarkirin.
Erdogan li ser vî jî, yê ku di derî vê Îtîfaqa komarî de cî digrin, hemû opozîsyona Tirkîyê bi têkildarîya terorê tewanbar dike.
Ev nêzîkbûna serokomar ji alîyên hin şirovekaran ve li Tirkîyê wek zimanekî cûdaker tête rexnekirin.
Siyasetmedar Dîyadîn Firat, dema vê yekê dinîrxîne dîyar dike ku, ev hilbijartin ji bo Tirkîyê manûneman nîne, lê ji bo Erdogan dibe ku manûnemanek be. Li ber vî jî Firat vê hilbijartinê wek referandumeke dide zanîn:
“Ev hilbijardin hilbijardineke heremîyê ye, hilbijardineke şaredarîyê ye. Lê mixabîn ana ji vî wateyî derketîye û ketîye tixûbekî referandûmê. Ev referandûm jî manûnemana sîstema Erdogan e û Îttîfaqa Komarî ye.”
Serokomar Tirkîyê Erdogan çend rojan berê bersiva hevserokê HDP Sezayî Temellî dabû û gotibû, “Li ba me Kurdistan tune ye. Tu here li başûr, li Iraqê Kurdistan heye, biçe wê derê.”
Sîyasetmedar Dîyadîn Firat ev qisên Erdogan jî wiha ravekirin:
“Erdogan ana dibêje ku li ba me Kurdistan tuneye, li başûr Kurdistan heye. Heke Başûrê Kurdistan heye ev yek jî tê vê wateyê; Bakurê Kurdistan, Rojhilatê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê jî heye.”
Your browser doesn’t support HTML5