Serok û Rêberên Partîyên Tirkîyê Civîn û Mîtîngan Didomînin

Serok û rêberên partîyên sîyasî yên Tirkîyê jibo hilbijartinên 14’ê Gulanê xebatên xwe didomînin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, ku jibo Hevpeymanîya Gel berbijarê serokomarîyê ye, îro Çarşemê li Kirikkale û Sewasê ye.

Erdogan dê bi Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî re beşdarîyê li merasîma Xeta Trênê ya Enqere û Sewasê bike.

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu li Afyon û Nevşehîrê mîtîngan li dar dixe.

Çaverê ye li mîtînga Afyonê Serokê Partîya Demokrat Gultekîn Uysal û Serokê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu jî bi Kiliçdaroglu re bin.

Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan îro bo hevdîtinan li Wanê ye.

Partîya Çep ya Kesk ya bi piştgirîya HDP’ê dê li Enqere, Meletî û Semsûrê mîtîng û civînan li dar xe.

Seroka Partîya Baş Meral Akşener jî îro jibo mîtîngê li Kayserîyê ye.

Jêder: Twitter