Tirkîye jibo hilbijartina serokomar û parlamanteran di 14’ê Gulanê de diçe ser sindoqan.
Serokên partîyên sîyasî li bajaran bi bernameyên cûr bi cûr propagandayên xwe dikin.
Serokomarê Tirkîyê û Serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê li Stenbolê ye.
Erdogan wê li Ataşehîrê beşdarîyê li merasîma vekirina Navenda Fînansê bike û li taxa Fîkîrtepe jî li merasîmên projeya veguherîna bajêr be.
Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu dê li Çatalca ya Stenbolê here serdana esnafan.
Kiliçdaroglu wê êvarê jî li taxa Beylikduzuyê beşdarîya bernameyeke fitarê be.
Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan jî îro Duşemê li Entab û Ruha beşdarîyê li bernameyên hilbijartinê dike.
Buldan wê li wan bajaran bi gel re bicive û beşdarîyê li merasîmên vekirina buroyên hilbijartinê bike.
Seroka Partîya Baş Meral Akşener jî îro li Enqerê xebatên hilbijartinê dimeşîne.
Jêder: AKP, CHP, HDP, Partîya Baş