AKP'ê Piranîya Dengên Hilbijartinên Tirkîyê Bidest Xistin

AKP'ê Piranîya Dengên Hilbijartinên Tirkîyê Bidest Xistin

Li gor encamên destpêkê, partîya desthilatdar li Tirkîyê, AKP’ê bo cara sêyemîn piranîya dengên hilbijartinên giştî li Tirkîyê bidest xistin.

Partîya Gel ya Komarî li rêza duwemîn e. Herwiha dibe ku 32 heta 35 namzedên Bloka Ked ya ser bi Partîya Aştî û Demokrasîyê, BDP’ê, bigihin parlemana Tirkîyê.

Li gor ji sedê 96.2 dengan: AKP’ê 50.3% dengan bidest xistin, CHP 25.8%, MHP 13.1%, Namzedên Serbixwe 6.3%.

Ji bo pêzanînên pitir derbarê encamên destpêkê, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê klîk bike. (‌Hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî ligel peyamhinêra Dengê Amerîka li Dîyarbekirê, Xecîcan Farqîn).