DEZA PAR Dibêje Ew Mafên Zazayan Li Tirkiyê Diparêze

Li Tirkîyê navên hin partîyên sereke derkevin pêş jî lê li gor daneyên resmî yên sala 2024’an 139 partîyên sîyasî hatine damezirandin û Partîya Dema Demokrasîyê (DEZA-PAR-Demokrasî Zamani Partîsî) jî yek ji wan e.

Di nav van hemû partîyan de taybetîya DEZA-PAR ewe ku cara yekem partîyek ji bo ku mafên Zazayan biparêze bi awayekî resmî hatîye damezirandin.

DEZA-PAR di nav sala 2024’an de hin xebatên taybet da pêşîya xwe û di meha Îlona 2024’an de jî Kongreya Awarte pêk anî.

Alîkarê Serokê Giştî yê DEZA-PAR Alî Demîrel ji Dengê Amerîka re ragihand ku DEZA PAR qasî mafên Zazayan mafên hemû gelên din jî wê biparêze.

“DEZA-PAR di nav gelek astengî û zehmetîyan de hate vê demê. Lê îro li pêşîya me gelek xebat hene. Berî her tiştî em dixwazin ku TRT ZAZAKÎ were vekirin û ji ber vê jî me kampanyeyeke îmzayê daye destpêkirin û emê hata dawîya vê salê bidomînin. Em dixwazin ku Wezareta Perwerdehê zimanê Zazakî jî bipejirîne û ji perwerdeha Zazakî re rê veke. Ev xebat û hin xebatên me yên din wê berdewam bikin.”

DEZA-PAR partîyeke ku zêde temen dirêj nebe jî lê çîroka vê partîyê wek partîyên Kurd yên din dûr û dirêj e.

Deza Par

Di destpêkê de ji bo damezirandina Partîya Gel ya Zaza’yan (Zaza Halk Partisi) di sala 2010’an de nîqaş hatibûn kirin, lê di sala 2016’an de ev gotûbêjan şiklek girtin. Di 28’ê Gulana 2017’an de jî Partîya Gel ya Zaza’yan serî li Wezareta Navxweyî da û damezirandina xwe îlan kir.

Li gor zagona partîyên sîyasî pêdivîye ku Wezareta Navxweyî di nav 6 mehan de bersîveke bide, lê ji Partîya Gel ya Zaza’yan re ti bersîvek nehat dayîn. Li ser vê jî ev partî, bi partîyeke ku amadebûyîye ango Partîya Rêya Gerdûnî (Evrensel Yol Partîsî) re dikeve têkilîyê û kongreya vê partîyê çêdike û di vê derê de nav digorîne û dike Partîya Gel ya Zaza’yan. Lê ev car jî Dadgeha Bilind navê Partîya Gel ya Zaza’yan napejirîne û red dike.

Çîroka Partîya Gel ya Zaza’yan li vê derê jî namîne, ji ber redkirina navê partîyê ew jî di sala 2019’an de navê partîyê diguherînin û dikin Partîya Nûjen û Guhartinê (Yenilikçi ve Değişim Partisi). Lê piştî demeke kin dîsa di sala 2019’an de diçin kongreyê û li vê derê jî nav diguherin û dikin Partîya Dema Demokrasîyê (DEZA-PAR) û Îlhamî Çagritekîn jî wek Serokê Giştî hilbdibijêrîn.

DEZA-PAR kongreya xwe ya herî dawî di 29’ê Adara 2024’an de li dar xist û li 41 bajarên Tirkîyê jî karê rêxistinbûnîyê da destpêkirin. Armanca wan ya esasî ewe ku di hilbijartinên 2028’an de bi navê DEZA-PAR têkevin hilbijartinê.

Di rojên taybet da DEZA-PAR êdî bi pankartên xwe beşdarî çalakîyan û pîrozbahîyan dibe, ku yek ji wan jî 1 Gulanê de ew di bin pankarta DEZA-PAR de meşîyan û di gelek çalakîyên din de jî cî girtin.

Wek partîyên Kurd yên din, li ser DEZA-PAR ji di nav vê salê de hin êrîş hatin kirin. Alîkarê Serokê Giştî Alî Demîrel van êrîş wek dijî vêna Zaza’yan dîyar kir:

“Em ti car gelê xwe Zazayan li hemberî van êrîşên tarî tenê nehêlin. Hin kes hene ji kaos û tevlîhevkirinê xwedidibin. Emê ti gav ji xeta xwe ya sîyaseta demokratîk paşta gav nevêjin. Di serî de gelê Zaza û hemû gelên bindest emê biparêzin. Em li vê derê banga gelê Zaza dikin xwedî li mafên xwe derkevin û zimanê û çanda xwe biparêzin.”

DEZA PAR dixwaze ku têkilîyên xwe li gel partîyên Kurd xurt bike. Ew radigîhînin ku derîyê wan ji hemû partîyên Kurdan û partîyên din yên aşîtxwaz re vekirîye.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Eyyûp Demir