Cahît Kirkazak Behsa Biryara Nû ya li Dijî Demîrtaş Dike

Cahît Kirkazak

Mehkemeya Cezaya Giran ya 19’emîn a Enqerê ji bo Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan yê berê Selahattîn Demîrtaş biryara berdanê dabû. Lê Dozgerê Enqerê duh di derheqê Selehattîn Demîrtaş de lêpirsîneke nû vekir û xwast ku car din bê girtin.

Ev biryara Dozgerê Enqerê ji alîyê parêzvanê Selehattîn Demîrtaş ve bi bertek hate pêşwazîkirin. Parezvanê Demîrtaş Cahît Kirkazak ragihand ku dewlet bi hiqûqê bi rêva naçe, bi biryarên sîyasî hereket dike:

“Em li bendê bûn ku birêz Selehattîn Demîrtaş bê berdan, lê îro me dît ku dewlet careke din dixwaze bi lîstika birêva biçe. Ji bo Demîrtaş hîç tiştekî hiqûqî nîne ku di hundir de bimîne, lê desthilatî wek sêrbazan di nava şewqê de kêroşk derdixe û ana jî girtineke nû derxistin.”

Him raya giştî him jî parêzvanê Demîrtaş li bendê bûn ku Demîrtaş serbest bê berdan. Cahît Kirkazak radigîhîne ku Demîrtaş di vê bawerîyê de nîn bû:

“Çend roj berê me li gel birêz Demîrtaş hevdîtin çêkir. Bawerîya wî di alîyê berdanê de tune bû. Bixwe digot girtina min sîyasîye wê berdana min jî sîyasî be. Lê rastî ew êdî vê sîstemê gelek baş dinase û bi ya wî derket. Ser vê biryarê jî me careke din dît ku li Tirkîyê hiqûq kar nake.”

Selehattîn Demîrtaş jî li ser Twîtê peyamek şîyand. Demîrtaş di ve peyama xwe de wiha got:

“Darizandin nîne, edelet nîne, qanûn nîne, hekim nîne; tenê ji bo me na, ji bo hîç keseke nîne.”

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng