Berdevka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Aşegul Dogan îro li Navenda Giştî ya DEM Partîyê di preskonferansêde namzedên şaredarêyê yên 8 bajarên mezin, 5 bajar û 367 navçe dîyar kir.
Li gorî wê, 8 bajarên mezin û namzed ev in: Enqere (Ozturk Turkdogan, Gulten Kişanak), Meletîyê (Abdulvahap Ekîm, Sevinç Şimşek Bayram), Bursa (Îhsan Seylan, Bilmez Erboga), Konya (Gulbahar Gunduz, Bulent Kiliç), Kocaelî (Hasan Ozguneş, Selda Ilgoz Koçyîgît), Dîlok (Selman Tutumlu, Ayfer Yılmazer), Riha (Celalettîn Erkmen, Gursel Yildirim), Aydin (Suzan Koç, Nayif Kanat)
Pênc bajar jî wiha ne: Osmanîye (Zîver Gumuş, Zilan Karaguzel), Kilîs (Ahmet Uçer, Azîze Akoglu), Xarpêt (Hayrettîn Kaya, ?), Semsûr (Meryem Cerîtlîoglu, Bahattîn Bîlgîn), Dersim (Cevdet Konak, Birsen Orhan).
Dogan, di nav van namzedan de taybet li ser namzedîya Gultan Kişanak rawestîya û got:
“Xwezil navê Gultan Kişanak min negota ew bi xwe li vir ba û navê xwe eşkere bikira. Lê em bi çi rewşê diçin hilbijartinê hun jî baş dibînin. Namzedê me yê Enqerê Gultan Kişanak û Ozturk Turkdogan e. Ez li vîr ji hemû namzedên me re serkeftinê dixwazim.”
Hevserokên Bajarê Mezin yê Enqerê Ozturk Turkdogan endamtîya xwe ya bi Gulten Kişanak re ji Dengê Amerîkayê re nirxand:
“Namzedîya min ya hevserokatîyê bi birêz Gultan Kişanak re îro hate dîyarkirin. Li ser Gultan Kişanak neheqîyeke gelek mezin hatîye kirin. Ji xwe ew hevseroka Amadê bû. Lê îro em pêkve bûn namzedê hevserokatîyê. Ev yek ji bo min şanezîyeke mezin e.”
Turkdogan li ser stratejîya xwe ya hilbijartinê ya Enqerê jî rawsetîya û got:
“Heya ji min bê ezê di kampenyayê de sîyaseta aşitîyê bikar bînim. Heke pirsgirêka Kurd di rêya aşitîyê de were çareserkirin ez bawerim wê feyda herî mezin bide gelê Tirkîyê. Li ber vî jî ezê vê yekê bînim ziman û ji gel dengê wan daxwaz bikim.”
Your browser doesn’t support HTML5