DEM Partî Dijî Erkdarkirina Qayuman li Colemêrg û Mêrsînê Mîtîngan Çêdike

Berdevikê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan îro Yekşemê got ku ewê protestoyên dijî erkdarkirina qayum bi mîtîngan bidomînin.

Dogan dîyar kir ku ewê dijî qayumê ku dest danîye ser bajarvanîya wan ya li Colemêrgê, 13’ê Hezîranê li wî bajarî û 14’ê Hezîranê jî li Mêrsînê mîtîngan çêkin.

‘’Rejîma qayuman diperpite êdî, jibo em qayuman rawestînin, em bang li hemî welatîyan dikin ku îtirazên xwe bikin. Colemêrgî çend roj in nobetê digirin, em jî li îradeya gelê Colemêrgê xwedî derkevin.’’

Wê got ku sekinandina qayuman berpirsîyeke hemwelatîbûnê ye û divê ew dijî binpêkirina demokrasîyê dengên xwe bilind bikin.

Bajarvanîya Colemêrgê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi 48,91 ji sedê dengan ketibû destê DEM Partî, lê şaredarê wê Mehmet Sidik Akiş di rojên borî de bi tohmeta peywendîyên bi Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re, ku Tirkîye wek rêxistineke terorê dibîne, hat girtin û jibo bajarvanîyê qayum hat erkdar kirin.

Kulîsên parlamana Tirkîyê dîyar dikin ku wê Wezareta Navxweyî di rojên pêş de bi qayuman dest deyne hin şaredarîyên din yên DEM Partî yên li nêzî sînorên welêt.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser erkdarkirina qayum got ku ger berbijar dijî qanûnan tevbigere ewê jî li gor qanûnan tevbigerin.

Erdogan dîyar kir ku hiqûqnas karên xwe dikin û ewê karên xwe bidomînin.

Karbidestên DEM Partî dîyar dikin ku li hember erkdarkirina qayuman bi tenê Partîya Gel ya Komarî (CHP) helwesteke demokratîk nîşan dide û dibêjin helwesta Ozel ya dijî erkdarkirina qayuman jibo wan girîng e.

Ozel û Erdogan wê roja Sêşemê li Navenda Giştî ya CHP’ê kom bibin.

Bajarvanê Mêrdînê Ahmet Turk dîyar kir ku ew hêvî dike ku Ozel di civînê li hember Erdogan bi israr berevanîya demokrasîyê bike.

Sîyasetvanê dêrîn di hilbijartinên herêmî yên 2014 û 2019’an de jibo Bajarvanîya Mêrdînê hatibû hilbijartinan lê di her du dewran de jî hat girtin û Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê bi qayuman dest danî ser şaredarîyê.


Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de Turk careke din jibo Bajarvanîya Mêrdînê bû berbijarê DEM Partî û hat hilbijartin.

Jêder: NTV, Ajasan Mezopotamya