Tirkiyê Biryara Amerîka Ya Embargoya Çekan Li Qubrusê Şermezar Dike

Wezareta Derve ya Tirkiyê roja Şemiyê got ku ew bi tundî berferehkirina biryara Amerîkayê ya Îlona 2020an, ji bo rakirina embargoya çekan ji ser Qubrusê, şermezar dike.

Wezareta Derve ya Amerîka roja Înê got ku Wezîrê Derve Antony Blinken qedexeyên bazirganî yên berevaniyê yên ji bo Qubrusê ji bo sala darayî ya 2023 rakirin.

Wezareta derve ya Tirkiyê got ku ev biryar dê "serhişkiya aliyê Yonanî yê Qubrusî zêdetir bike û bandoreke neyînî li ser hewlên ji nû ve çareserkirina pirsgirêka Qubrusê bike".

Wezaretê di daxuyaniyekê de got ku ew biryar dê " bibe sedema pêşbaziya çekan li Giravê û zirarê bide aştî û aramiya li rojhilatê Derya Spî."

Wê bang li Amerîka kir ku biryara xwe ji nû ve bide ber çavan û li hember herdu aliyên giravê siyaseteke hevseng bimeşîne.

Qubrus di sala 1974an de di êrîşa Tirkiyê de, piştî kudetayeke kurt ya ku ji hêla Yonanî ve hatî çêkirin, hate perçekirin. Ji wê demê û vir ve Qubrus ji aliyê rêveberiyeke Yonan ya Qubrusê ve li başûr, ku Enqere pênasîne pê nake, tê birêvebirin.

Tirkiyê li bakurê girava parçebûyî pênasînê bi dewleta bi ser Tirkiyê ve veqetandî dike.

Çavkanî: Reuters