Wezîrê Tirk Dibêje Herêma Erdhejê 56,080 Avahîyên bi Rîsk Hene

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Îqlimê Murat Kurum ser avahîyên bajarên herêma erdhejê agahî dan.

Kurum li Meletî dîyar kir ku wan li 10 bajaran 577,689 avahî kontrol kirine.

‘’Li 10 bajaran, 56,080 avahî herifî, bi xisarên giran û li ber hilweşînê ne. Paşmayîyên avahîyan dibin cîhên dîyarkirî yên çeperên bajaran."

Li gor ragihandina Kurum şaredarî dê piştre wan enqazan bi kar bînin.

Kurum dîyar kir ew bo herêmên erdhejê ser planên nû yên avadanîyê dixebitin.

Jêder: NTV