Medyaya Tirkiyê: Erdogan Roja Duşemê Bi Serokê Azerbaycanê Re Kom Dibe

Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Azerbaycanê Îlham Aliyêv (Arşîf)

Medyaya Tirkiyê îro Yekşemê ragihand ku serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê roja Duşemê li navçeya Naxşivan ya Azerbaycanê bi hevtayê xwe Îlham Aliyêv re bicive.

Herdu hevalbendan di Hezîranê de gotibû ew dixwazin hewlên xwe zêde bikin ji bo vekirina korîdora bejayî ya ku Tirkiyê bi riya Naxşivan û Ermenistanê bi xaka sereke ya Azerbaycanê ve girê dide, ku projeyeke demdirêj û tevlihev e.

Civîn piştî êrîşeka ji nişkave ya Azerbeycanê pêk tê, ku herêma Qerebaxa çiyayî ya cudaxwaz, ku bi piranî Ermenî lê dijîn, ji nû ve vegirt.

Serokê Tirkiyê vê hefteyê çendîn caran piştgiriya xwe ji artêşa Azerbaycanê re ragihandiye.

Azerbeycanê roja Pêncşemê gera yekem a danûstandinên "ji nû ve tevlîkirinê" bi serhildêrên etnîkî-Ermenî re pêk anî piştî wan erê kir ku li hember êrîşa leşkerî ya rojekê çekên xwe deynin.

Hin pispor bawer dikin ku Azerbaycan niha dikare hewil bide pêşketina xwe bihêz bike û li başûrê Ermenistanê dest bi operasyonan bike da ku girêdana axê bi devera Naxçîvanê re çêbike.

Çavkanî: AFP