Li Betlîsê Rojnamevan Sînan Aygûl Rastî Êrîşekê Hat

Sinan Aygul

Serokê Rojbamevanên Betlîsê Sînan Aygûl li bajarokê Tatwana di êrîşa nobedarên bajarvanîya Tatwanê de bîrindar bû.

Aygûl, bi rêya hesaba xwe ya tiwîtîrê ragihand ku ew rastî êrîşa nobedarên serokê bajarvanîya Tatwanê Mehmet Emîn Geylanî hat.

“Kesên ku ji wesayîta bajarvanîyê peya bûyî êrîşî min kirin. Piştî ku ji paş ve li serê min xistin, dijîn li min kirin û gef li min xwarin û gotin ku, ‘Eger tu careke din li ser bajarvanîyê binivîsî, tuyê bimirî.’ Min niha dibirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tatwanê.” Aygûl got.

Li gor agahîya dawî Aygûl li gel parêzerê xwe Dîyar Orak, li rêveberîya ewlehîya ya Tatwanê îfade dide û dê derheqê êrîşkaran de gilî bike. Piştî re jî dê bo melîyatê bişînin bo nexweş xaneya Wanê were şamdin jiber ku hestîyê ber çavê wî şikestîye.

Hêjayî bîr xistinê ye ku Aygûl, duh Înê li ser tiwîtira xwe îdia kiribû ku rêvebirîya bajarvanîya Tatwanê, di firotona mal û milkên bajarvanîyê de neheqî sûcên giran tên kirin.

“Dibe ku lêpirsînek û pêvajoyek darizandinê destpê bike û we dîyare ku gelek kes dê pêbiêşe.”

Heya ev raport dihat amade kirin rêveberî û serokê bajarvanîyê derheqê êrîşê û îdiayan de çî bersiv nedabû.

Your browser doesn’t support HTML5

Vîdyoya Kamereya Çavdêriyê Ya Êrîşa Ser Rojnamevan Sînan Aygûl