Kemalbay: Operasyonên Dijî HDPê Jiber Hilbijartinên Heremî Têne Kirin

Serpîl Kemalbay

Operasyonên girtin û binçavkirinan dijî Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Tirkîyê berdewam dikin.

Piştî Amedê, Enqerê, Îstenbûl û Wanê, herî dawî li Îzmîrê jî binçavkirin û girtinê pêk hatin û 8 hes hatin binçavkirin ji wan 4 kes hatin girtin.

Kesên hatin girtin jiber axaftinên wan wekî “endamê rêxistana terorê” û “propagandaya ji bo terorê” hatin girtin.

Parlementera HDPê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay dibêje jiber ku HDP daxwaza demokrasîye dike ev operasyonên sîyasî tenê kirin.

“HDP ev demeke dirêj rastî operasyonên dij hiqûqî û sîyasî tê. Partimiz HDP di serî de jibo çareserkirana pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên jinan, kedkar û ekolojîstan dixwaze di nav demokrasîyê de were çareser kirin. Li hember vê yekê dewlet zextên li ser HDPê zêde dike.”

Kemalbay sedemek din ya girtinan hilbijartinên heremî yên Adara 2019’an dibîne.

“Hilbijartinên heremî nêzîk dibin. Jiber ku HDP were mînîmîze kirin. Tifaqa Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) û Partîya Tevgera Netewperest (MHP) wekî xebata hilbijartinan di demen dawî de em dibînin ku ev operasyon zêde kirine. Yanê em dibinin ku ev girtin û binçavkirin jiber hilbijartinan têne kirin.”

Ji bo guhdarîkirina li Raportê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Mem Botanî