Ajansa nûçeyan Anadolu ya dewletî ji zarê wezîrê navxwe roja Pêncşemê ragihand ku heft endamên hêzên ewlehîyê yên Tirk hatin kuştin, dema balafireke keşfê li rojhilatê parêzgeha Wanê kevte xwarê.
Her wiha Anadolu ji zarê Suleyman Soylu ragihand ku balafir li ser çiyayekî bi bilindîya 670 metran kevtîye xwarê û di nav mirîyan da du firokvan jî hene.
Weşanên televizyona NTV ji zarê Soylu ragihand ku têkiliya herî dawî digel balafirê roja Çarşemê di demjimêr10.32yê şevê da bibû û balafir piştî 13 kêlîlkan ji radarê bezir bibû.
NTV got vekoler dixebitin da ku sedema qezayê destnîşan bikin.
Hêjayê bîrxistinê ye ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li başûrê rojhilata Tirkiyê dijî milîtanên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) şer dikin û di pevçûnan da zêdetirî 40,000 kes hatine kuştin. PKKê di sala 1984an da li dijî dewleta Tirkiyê çek hilgirtîbûn û dest bi serhildanê kiribû jibo xweseriya herêma başûrê rojhilatê welêt ku piranîya wê Kurd in.