Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkîye (YSK) jibo hilbijartinên Îstenbulê biryara dubare kirinê da.
10 Milyon û 560. 963 hilbijêr îro ango 23 Hezîranê careke din diçe ser sindoqan.
Jibo bajarvanê nû yê Bajarê Mezin ê Îstenbulê dengdayîn dê li 39 navçeyên Îstenbulê dê di 31 hezar û 124 sindoqan de were dayîn.
Jibo sîyaseta giştî ya Tirkîye ev hilbijartin pir girîng in. Çima? Jiber ku paytexta aborîyê ya Tirkîyê ye. Dîsa jiber ku siyasetmedar dibêjin kesên Îstenbulê qezenç bike ew Tirkîyeyê qezenç dike.
Di van hilbijartinan de du berbijarên xurt hene. Berbijarê tifaqa “Millet” Ekrem Îmamoglu û berbijarê tifaqa “Gel” Bînalî Yildirim e. Di hilbijartinên 31 Adarê Îmamoglu 13 hezar deng zêdetir jî Bînalî Yildirim stand.
Lê piştî îtîrazên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) ev hilbijartin hatibû betalkirin.
Li alîyeke din pispor dibêjin di van hilbijartinan de du partîyên din ên girîng jî hene. Partîya Seadetê û Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Partîya Seadetê bi namzedê xwe dikeve van hilbijartinan. Lê HDP’ê bi hemû hêza xwe xebatên jibo hilbijartinên Îstenbulê bi rêve bir û ewan got ewê piştgirî bidin Îmamoglu
Rojnamêvan Fehîm İşik jibo Dengê Amerîka sedema dubarekirina van hilbijartinan û girîngîya Îstenbulê nirxand.
“Sedema dubare kirina van hilbijartinan eşkere ye. Piştî ku AKP’ê hilbijartina Îstenbulê winda kir gelek bajarên din jî winda kir. Windakirina Îstenbulê jibo AKP’ê têkçûneke pir mezin bû. Jiber wê yekê bi dek û dolaba bi rîya YSK’ê hilbijartin têne nûkirin. Eger AKP Îstenbulê dest bixe dikare careke din sîstema takekesîyê birêve bibe. Desthilatdarîya Erdogan dê xurttir bibe. Herwiha pêşeroja Tirkîye jî wê îro pê ve tayîn bike. An Tirkîye dê berê xwe bide sîstema takekesîyê an jî dê berê xwe bide demokrasîyê.“
İşik dibêje biryara HDP’ê ya jibo hilbijartinan eşkere ye û wiha got,
Hilbijartinên Îstenbulê serê sibê seat 08.00 de destpê kir û dê heta seat 17.00 berdewam bike.
Your browser doesn’t support HTML5