Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Şemîyê got wî ferman daye wezîrê derve ku 10 balyozên welatên Rojava wek kesên “ne xwazyar” ragihîne li dor banga wan ya rizgarkirina xêrxwazê Tirkî Osman Kavala.
Osman ji sala 2017an ve di zindanê de ye, bi tawanbariyên pêşkêşkirina piştgiriya darayî ji bo xwepêşandanên berferh yên sala 2013an û tevlêbûna kudetaya beravêtî ya sala 2016an. Ew wan tawanbariyan red dike.
Di daxuyaniyeke hevbeş de roja 18 Cotmehê, balyozên Keneda, Danîmark, Frensa, Almanya, Holenda, Nerwîc, Swêd, Finlenda, New Zîlanda û Amerîkayê banga dadmendî û çareseriyeke lezgîn ji doseya Kavala re kir.
Ew ji aliyê wezareta derve ya Tirkiyê ve hatin xwestin û wezaretê ew daxuyanî bi neberpirsiyar anî ziman.
Erdogan di axaftinekê de li bakurê rojavayê Tirkiyê got:
"Min fermana pêwîst da wezîrê derve û min jê re got çi bike: divê ev 10 balyoz wek kesên nexwazyar werin ragihandin. Emê nêzîk binêrin ka çi bikin.”
Kavala sala borî ji tawanbariyên girêdayî xwepêşandanan hate bêrîkirin, lê îsal ew biryar hate guhertin û ew tev hin tawanbariyên din kirin.
Grûpên mafên mirovan dibêjin doseya Kavala sîmbola tepeserkirina rikberan e ji aliyê Erdogan ve.
Jêder: Reuters