Hevjîna Tahîr Elçî Tev li CHP'ê Bû

Turkan Elçî, Seroka Weqfa Mafên Mirovan ya Tahîr Elçî û kurê wê Arda Arîn Elçî bûn endamên Partîya Gel ya Komarî (CHP).

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu li navenda partîyê mazuvanîya her du Elçîyan kir û rozeta CHP’ê bi her du endamên nû xist.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Kiliçdaroglu kandîdê Hevpeymanîya Netew e ku ji CHP, Partîya Baş, Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partîya Saadet, Partîya Siberojê û Partîya Demokrasî pêk tê.

Di merasîmê de Cîgirê CHP’ê Oğuz Kaan Salici jî amade bû.

Turkan Elçî hevjîna serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî ye ku di sala 2015an de li taxa Sûr ya Amedê hatibû kuştin û ew bûyer bûbû nerazîbûna xurt ya Kurdan.