Ahmet Turk: Kurd û Tirk Divê Hevdu Jinûve Hembêz Bikin

Sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk derbarê hevdîtinên bi Serokê Parlamana Tirkîyê Numan Kurtulmuş û Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî re axifî.

Turk, ku tevî parlamanterên Partîya Wekhevî û Demorasî ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder li parlamana Tirkîyê danûstandin kirin, di bernameyeke Halk TV de got ku divê Tirk û Kurd hevdu jinûve hembêz bikin.

‘’Tirk û Kurd divê jinûve siberojeke hevbeş çêkin. Derdê me ev e. Xêncî vê, em en ser şaredarîyan difikirin ne jî ser hilbijartinan’’

Wî dîyar kir ku ew bi ti kesî re bazarê nakin û ew dixwazin ku demokrasî li Tirkîyê mayînde be.

Turk da zanîn ku li Rojhilata Navîn 50 milyon Kurd hene û got ku berê hemîyan li Tirkîyê ye û ew dixwazin bibin parçeyên wî welatî.

Sîyasetvanê dêrîn dîyar kir ku wan bi hevdîtinên destpêkê gava pêşî avêtiye û ew niha nizanin ku ewê di gava dudu û ya sisêyan de çi biqewime.

Turk got ku helwesta Bahçelî, ku berî civînê li devê dêrî pêşwazîya şandeya DEM Partî kiribû, ew şok kiriye û dîyar kir ku serokê MHP’ê ji dil tevdigere.

Wî bi berdewamî got êdî dem hatiye ku Kurd û Turk rûnin û kêşeyên xwe bi hevdu re çareser bikin.

Onder û Buldan di rojên borî de piştî banga Bahçelî ya ser hevdîtina rûbirû ya DEM Partî û Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan bi destûra Wezareta Dadê ya Tirkîyê çûbûn Girtîgeha Îmraliyê û bi wî re civînek çêkiribû.

Ocalan bi rêka Onder û Buldan dîyar kiribû ku li herêmê paradîgmayeke nû heye û ew dikare hin gavên pozîtîf biavêje.

Çaverê ye şandeya DEM Partî piştî danûstandinên bi partîyên sîyasî re careke di bi Ocalan re bicivin.

Hin jêderên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) dibêjin ger peyvajoya nû pûç nebe PKK dikare di Newrozê de, ku di 21’ê Adarê de tê pîroz kirin, çekan berde.