Tûnisî Jibo Hilbijartinên Seroktîyê Deng Didin û Rikeberê Serok Girtî ye

Di hilbijartinên Dengdana seroktîyê yên Tunisê de, jinek li navendeke dengdanê deng dide. 6’ê Cotmeha 2024’an.

Dengdana jibo hilbijartinên seroktîyê yên Tunisê roja Yekşemê destpê kir, ku tê texmînkirin serokê niha Qeys Seîd wê bi ser bikeve, jiber ku hevrikê wî yê serekî meha borî ji nişka ve hat girtin û berbijarê din ji partîyek piçûk e.

Dengdan di saet 8’an de destpê kir û saet 6’ê êvarê bi dawî dibe.

Desteya Hilbijartinê, ISIE got ku encamên destpêkê divê herî dereng roja Çarşemê werin eşkere kirin.

Tûnis bi salan wekî tekane çîroka serketî ya serhildanên "Buhara Erebî" ya 2011’an hat binavkirin, jibo danasîna demokrasîyek vekirî, her çend bi kêşe be jî, piştî dehsalên desthilatdarîya otokratîk.

Lê, komên mafan niha dibêjin ku Seîd, ku ji 2019-an vir serok e, gelek ji wan destkeftiyên demokratîk betal kiriye dema ku kontrolên sazî û qanûnî ser hêza xwe radike.

Seîd yê 66 salî rexneyên li ser kiryarên xwe red dike û dibêje ku ew dijî elîteke gendel û xayînan şer dike û ewê nebe dîktator.

Sê sal piştî ku Seîd desteserkirineke berfireh ya desthilatdarîyê pêk anî, hilbijartina îro wek qonaxek girtinê ya ceribandina demokrasîyê ya Tunisê tê nirxandin.

Di hilbijartina roja Yekşemê de Seîd li hember du hevrikan pêşbazîyê dike: hevbendê wî yê berê yê ku rexnegir bû, serokê Partîya Chaab Zouhair Maghzaoui, û Ayachi Zammel, ku li ber seroktîya jibo Seîd wek xeterîya herî girîng dihat dîtin, ku meha borî hate girtin.

Kesayetîyên payebilind yên partîyên herî mezin, ku bi gelemperî rexnegirê Seîd in, ji sala borî ve bi îdiayên cuda hatine girtin û wan partîyan piştgirî nedane her sê berbijarên di dengdana îro de.

Berbijarîyên jimareke siyasetvan rexnegir yên din jî hatine qedexekirin.

Desteya Hilbijartinê, ISIE got ku tê çaverêkirin ku nêzî 9.7 mîlyon kes beşdarê dengdanê bibin. Lê li gor şîrovekaran jiber eşkerîya serkeftina Seîd û kêşeyên zêde yên welat wê rêjeya beşdarbûna dengdêran kêm be.

Koma Krîzê ya Navneteweyî roja Înê got ku "jiber gotarên neteweperestî yên serok û dijwarîya aborî" " coşa hemwelatîyên asayî di derbarê hilbijartinê de têk çûye.

"Gelek kes ditirsin ku hilbijartina nû ya Seîd wê tenê tengasîyên civakî û aborî li welat kûrtir bike û herwiha otorîterbûna rejîm zêde bike," komê got.

Jêder: Reuters, VOA