Bi Sedan Koçber Piştî Tepeserkirina Serok ji Tûnisê Direvin

Dîplomatekî ji ajansa nûçeyan AFP re got ku zêdetirî 100 Malî roja Şemiyê ji Tûnisê derketin, yekem ji du firînên vegerê yên koçberên Rojavayê Afrîkayê ji ber tirsa ji pêleke tundûtûjiyê piştî axaftineke serpkê Tûnisê.

Di Sibatê de, Serok Qeys Sieyid ferman da karbidestan ku "pîvanên lezgîn" bigirin ji bo çareserkirina koçberiya neyasayî, û bêyî belge îdîa kir ku "komployek sûcdar" tê meşandin "ji bo guhertina demografîk a Tûnisê".

Sieyid got koçber li pişt piraniya sûcên li welatê Afrîkaya Bakur in, tawanbariyeke ku ji kar avêtin, derxistin û êrîşên fizîkî li dijî civakê gur dike.

Yekîtiya Afrîkî "şok û nîgeraniya kûr ji form û naveroka" gotinên Sieyid nîşan da, di heman demê de ku hukûmetên li Afrîka hewl didin ku vegerandina bi sedan welatiyên ku ji bo alîkariyê çûn balyozxaneyên xwe organîze bikin.

Koma yekem a 50 Gînyayî roja Çarşemê çûn welatê xwe.

Dîplomatekî Malî got balafireke ku 133 welatiyên Malî tê de bûn, roja Şemiyê derdora nîvro ji Tûnisê derket. Dîplomatê ku nexwest navê xwe eşkere bike got,"di nava wan welatiyan de 25 jin û neh zarok û 25 xwendekar hebûn."

Dîplomat û organîzatorên civatê got, welatê Sahil al-Ac amade ye ku dora 145 kesan bi firîneke taybetî vegerîne welat.

Li gorî amarên fermî, li Tûnisê, ku nêzîkî 12 milyon niştecî ye, derdora 21,000 koçberên bê belge ji deverên din ên Afrîkayê hene.

Çavkanî: AFP