Di Dema Pandemîyê de Tundîya Ser Jinan Zêde Bû

Komela Jinan Starê

Li Wanê Komela Jinan Sitarê, li ser kuştin û tundîya dijî jinan rapora 2020’an bi preskonferasekê biragiştî re parve kir.

Di raporê de tê dîyar kirin ku li Tirkîyê kuştina jinan wek pirsgirekeke civakî giringîya xwe berdevam dike.

Li gor daneyê heman komelê, tenê di nava salekê de li tevahîya welat 300 û li Wanê jî 4 jin hatine kuştin û 12 jinan jî xwe kuştine.

Rojbîn Bor endama Komela Jinan Sitarê dibêje ku di dema belavbûna vîrusa korona de tundîya ser jinan zêde bûye.

“Jiber vîrusa korona jin û mêr zêdetir li manê man û tûndîya ser jinê 1400 ji sadî zêde bûye. Herwiha jin jiber sedemên curbecur pir hêsan tên kuştin. Sedemên van kuştinan polîtîkayên dewletê ne û dadwerîya niha kujerên jînan kêm ceza nake.”

Li Tirkîyê di nava rojekê de sê jin hatibûn kuştin û yek jî wan Aylîn Sozer bû û ew bi şewazek hovane hatbû kuştin. Rojbîn Bor, sedema van kuştinên bi vî şeklî wiha şilove dike.

“Li Tirkîyê bo kuştina jinan zimanê ragihandinê û mijarên fîlman bo kujerên jinan dibin mînak û em vê yekê pir xetere dibînin.”

Herwiha li gor daneyên Edlîyê ya Wanê di nava salekê de 60 jinan bi sedemên curbecur xwastine xwe bi kujin û ji van 12 jin mirine.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_31_12_20_Tundîya Ser Jinan