Tîrêj: Daketina Bihayê Diravî Qeyaraneka Din Ya Desthikatdarîya Tirkiyê Ye

Aborîya xirab faktereka din e li ser aloziya jiyana tevaya xelkê Tirkiyê piştî daketina bihayê dirav û zêdebûna hijmara bêkaran û kêmbûna dahats welatîyan.

Şarezayên Tirk û biyanî bawer dikin saxbûna aborî li Tirkiyê zehmet e, ji ber ku pirsa aborî beşeke ji aloziyên siyasî û şêwazê birêvebirina dewletê û di bêjin, pirsên azadiya sivîl û serwerîya dadê bi hev ra egerên sereke yên vê qeyranê ne, ku di encamê de asta piştevanîya serokê Tirkiyê lawaz dibe.

Fuad Onen

Aliyên opposizyona Tirkiyê û ji wan HDP, vê rewşê wek derfet dibînin bo guhertina desthelatê.

Lê şirovekarê siyasî Fuad Onen bawer dike guhertina desthelatê ti qezenc bo HDPê yan Kurdan nabe û dibêje, pirsgirêka Tirkiyê bi mafên netewî yên Kurdan ve girêdayî ye.

Hatice Farqin

Herweha birêz Onen gote bernamê Tîrêj, divê dewleta Tirkiyê dest ji siyaseta neyartîya Kurdan berde.

Peyamnêra Dengê Amerîka li bajarê Diyabekirê Xejîjan Farqîn ku ew jî tevlî bernameyê bû, bi dirêjî behsa pêşhatên nû yê aborî û siyasî yên Tirkiye kir.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke.

Your browser doesn’t support HTML5

Tirêj #131