Konseya Navenda Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) ser rewşa dawî ya pandemîya vîrusa korona li Stenbolê daxuyanîyek da û bal kişand ser rewşa xeter.
Seroka TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci di daxuyanîyê de got ku li Tirkîye hejmara rojane yên pêkatîyên vîrusa korona 50 hezarî derbaz kir.
“Hejmara mirinan jî li gor pêzanînên fermî ji 250 kesan derbaz kiriye. Bi polîtîkayên kêm û çewt rêvebirina pêvajoya pandemîya vîrusa korona têk çûye û loma pêketin zêde bûne.”
Fîncanci herwiha dibêje ku jiber hejmarên mezin yên pêketîyan, nexweşxane bi nexweşên COVID-19 tijî bûne û di servîsan de cîh tuneye ku û ev jî dibe sedema mirinên nû.
Seroka Odeya Doktoran ya Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp jî bal kişand ser rewşa dawî yawî bajarî û dîyar kir ku ev saleke zêdetir e doktor di bin şert û mercên dijwar de dixebitin.
“Li Stenbolê jî rewş ne cuda ye û hemî nexweşxane tijî bûne. Nexweş jibo ku cîh li nexweşxaneyan bibînin di rêzê de disekinin. Doktor ti car naxwazin ku li benda mirina nexweşên din bimînin ku cîh jibo nexweşên nû vebe.”
Hêjayî gotinê ye ku TTB û rêxistinên ked û saxlemîyê dê 15 Nîsan’ê jibo hişyarkirina desthilatê û banga jibo civakê dê li Enqere ber Wezareta Saxlemîya Tirkîye daxuyanîyekê bidin.
Your browser doesn’t support HTML5