TTB Ser Sedemên Nexweşîyên li Herêmên Erdhejê li Tirkîyê Hişyarî Dide

Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) ser kêşeyên saxlemîyê yên herêmên erdhejê hişyarî da.

TTB’ê ragihand ku asbesta jiber xebatên lêgerîn û rizgarkirinê û rakirina enqazan çêdibe dikare rê li ber nexweşîyên giran veke.

Li gor ragihandina TTB’ê lîfên kanserojen, asbest û tozên toksîk di salên pêş de di serî de penceşêr dikarin bibin sedemên jimareke nexweşîyên giran.

TTB hişyarîyên bo herêmên erdhejê wisa rêz kirin:

*Enqaz divê ji alîyê tîmên profesyonel ve werin rakirin.

*Xebatên rakirina enqazan yên toz û dumanê radikin divê werin sekinandin.

*Bo bandora tozê kêm bibe divê li deverên enqazan av were reşandin.

*Kesên enqazan radikin divê maskeyên FFP2 û FFP3 bi kar bînin.