Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncanci Hat Berdan

Seroka TTB'ê Pr. Dr. Şebnem Korur Fîncanci

Seroka Civata Navendî ya Yekîtîya Tebîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci hat berdan.

Dadgeha Tirkîyê jiber tawana propagandaya rêxistinê 2 sal 8 meh û 15 roj cezayê zindanê li Fîncanci birî.

TTB’ê piştî biryara ser Fîncanê ji Twitterê ragihand ku ewê nehêlin ku yekîtîya wan û Tirkîye xwe radestî tarîtîyê bikin.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî ji Twitterê ser Fîncanci daxuyanîyeke kin weşand.

HDP’ê dîyar ku cezayê li Fîncancî hatiye birîn ne hiqûqî ye.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku ewê karbidestên HDP’ê herin pêrgînîya Fîncanci û têkoşîna xwe bi hev re bidomînin.

Serdozgerîya Komarî ya Enqerê di 20’ê Cotmehê de piştî gotinên Fîncanci yên ser îdiayên derbarê karanîna çekên kîmyayî li bakurê Îraqê dest bi lêpirsînê kir.

Fîncanci jiber gotinên ser artêşa Tirk bi ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ û ‘biçûkxistina miletê Tirk, Dewleta Komara Tirkîyê û sazî û dezgehên dewletê’’ hat tawanbar kirin.

Fîncanci di 26’ê Comtehê de hatibû desteser kirin û di 27’ê Cotmehê de hatibû girtin.

Jêder: Rojnameya Yenî Yaşam