Dadgeha Belarûsî 15 Sal Cezayê Zindanê li Rêbera Opozîsyonê Tsikhanouskaya Birî

Sviatlana Tsikhanouskaya

Dadgeheke Belarûsî îro Duşemê 15 sal cezayê zindanê li rêbera opozîsyonê ya sirgunkurî, Sviatlana Tsikhanouskaya birî,bi sedema ku wê xwestiye hikûmet gêr bike.

Tsikhanouskaya, di Tebaxa 2020'an de li dijî Serokê otorîter Aleksander Lukashenko bûbû berbijar ku cara 6an ew kiribû serok û bi berfirehî wek hilbijartinên sexte û hîlebar dihatin dîtin.

Tsikhanouskayagot ku mehkûmîyet û cezayê dijî wê kiryareke tolhildanî ye, lê ewê bi şerê xwe yê jibo azadîyê bidomîne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di encama hilbijartinan de xwepêşandanên herî girseyî yên dîroka Belarûsya derketibûn û rejîma Lukashenko bi awayekî tund û hov çûbû ser xwepêşanderan û ew bi pêkanîna planeke darbeyê sûcdar kiribûn.

Di dawîya wan eciqandin û tepeserkirinan de Tsikhnouskaya neçar mabû ku ji Belarûsya derkeve û gelek rêberên din yên rikeberîyê jî yan revîbûn dervayê welêt yan jî hatibûn girtin.

Jêder: AP