Trump Red Dike ku Derheqa Îranê Cudabîrî Nav Rêvebirîya Wî Hene

Serokê Amerîka Donald Trump red kir ku di nav kabîneya wî de, derheqa sîyaseta wî ya Rojhilata Navîn şerê navxweyî heye.

"Nêrînên cihê têne dîyar kirin û dîtin û pêşnîyarên hemî alîyan li ser babetên curbicur têne bihîstin. Lê, ez biryara dawî didim, "Trump ji ser Twitterê got.

Rojnameyên Washington Post û New York Times ragihandibû ku di nav rêvebirîya Trump de cudabîrîyên kûr yên derbarê helwesta Îranê hene.

Li gor raportên wan rojnameyan hin karbidest helwestên Îranê wek amadekarîya şer û hinekên din jî wek hevalbendên Ewrupî, hizir dikin ku hewilên Îranê wek tedbîrên xweparastinê ne.

Wezareta Derve ya Amerîka roja Çarşemê ragihandibû ku jiber gefa Îranê, hemî karmendên ne bingehîn û ne awarte wê ji Îraqê werine derxistin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Trump di Gulana 2018’an de Washington ji peymana navokî ya ligel Îranê vekişandibû û di Mijdara 2018’an de biryara jinûve destpêkirina toleyên dijî Tehranê dabû.

Trump hişyarî dabû Îranê ku hember wan gaveke şaş nevêje da ku rûbirûyê encamên wêranker nebe.

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî jî hefteya borî gotibû ku ewê ji hin xalên peymana navokî vekişine jiber ku piştî toleyên Amerîkî, Fransa, Almanya, Çîn û Rûsya şertên peymana navokî bi cîh nayînin.