Împîçkirina Trump ya Cara Duyê Çawa Tê Nirxandin?

Your browser doesn’t support HTML5

Civata Nûneran Serok Trump împîç kir, bi sedema ku wî pêşî li êrîşên ser Kongresê vekirîye

Civata Nûneran ya Amerîka roja Çarşemê Serok Trump împîç kir, bi sedema ku wî pêşî li êrîşên ser Kongresê vekirîye û piştgirî daye serîrakirina dijî hikûmeta Amerîkî.

Heta niha tenê sê serok: Andrew Johnson, Bill Clinton û Donald Trump hatibûn împîç kirin, lê Trump dibe serokê yekê ku ji alîyê Civata Nûneran ya Amerîkî ve du caran hate împîç kirin.

Civakzan Omer Pecal û çavdêrê sîyasî Fazil Kurd biryara Civata Nûneran dinirxînin.