Pelosi Dibêje Divê Kongres Trump Împîç Bike, McCarthy Dijberîya Wê Dike

Pelosi û McCarthy

Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi îro Çarşemê daxwaza împîçkirina Serok Trump kir ku hefteya dawî ya seroktîya wî ye.

Pelosi Trump jibo teşwîqkirina bûyerên serhildana çekdarî yên li Kongresa Amerîka wek xeterîyek eşkere û berbiçav yê niha heyî bi nav kir.


Pelosi ya Demokrata herî bi hêz ya di Kongresê de, di nîqaşên ser împîçkirina Trump ya bo cara dudyan bi sedema teşwîqkirina serhildanê li Kongresa Amerîka de axifî.

Wê got ku divê Trump biçe û herwiha ew jibo neteweya ku em hemî jê hez dikin xeterek eşkere û berbiçav yê niha heyî ye.

"Ji hilbijartina seroktîyê ya Mijdarê vir ve, hilbijartineke ku Serok winda kir. Wî bi dubarekirî ser encamê derew kir. Wî hewl da ku di derbarê pêyvajoya hilbijartinê de gumanan çê bike. Bi rêkên neqanûnî xwest ku bandorê ser karbidestên dewletê bike da ku serfirazîya hilbijartinê ya Joe Bidenê Demokrat biguherîne," Pelosî got.

Serokê Komarîyên li Civata Nûneran Kevin McCarthy bûyerên 6'ê Çile wek roja herî xirab ya ku wîdi Kongrey\sê de dîtîye destnîşan kir.


"Serok jiber êrîşa Çarşemê ya serhildêrên çetewarî berpirsîyar e. Gava wî dît ku çi diqewime, divê wî tavilê banga şermezarkirina wan êrîşkarên çeteyan bikira, ” McCarthy got.


Lê, McCarthy got ku ew ne alîgirê împîçkirina Trump e. Wî pêşnîyar kir ku komîsyonek tespîtkirina rastî û şermazarkirineke fermî ya bo serok Trump were ava kirin.