Trump: Me bo Vekolîna Hindabûna Xaşiqcî Hin Karbidest Şandin Tirkîyê

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku hin karbidestên Amerîkî bo vekolîna bûyera rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî, ku herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin, li Tirkîyê ne.

Trump di bernameya ‘’Fox Friends’’ de da zanîn ku ew bi Tirkîye û Erebîstana Saudî re ser ronîkirina hindabûna Xaşiqcî dixebitin.

Trump ser vekolînê ti agahî neda û ser rewşa Xaşiqcî jî got ku ‘’Ketiye avahîyê û wer xuya ye ku ji wir derneketiye’’

Serokê Amerîka derbarê peywendîyên bi Erebîstana Saudî re got ku ‘’pir baş e’’ û li ser pirsa ‘’Hindabûna Xaşiqcî dê bo peywendîyên bi Erebîstana Saudî re metirsîyê çêke yan na’’, got ku ku ‘’Divê ez bibînim ku çi qewimîye’’

Medya Tirkîyê ji zarê berpirsên Tirk ragihand ku Amerîka ser bûyera Xaşiqcî li Tirkîyê ti karbidest erkdar nekiriye.