Serok Trump Dibêje Ewê Dijî Îranê Toleyên Nû Ragihînin

Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê li Qesira Sipî gotareke ser krîza bi Îranê pêşkêş kir.

Serok Trump di destpêka gotara xwe de got ku di êrîşên Îranê de ti leşkerên zarar nedîtîye.

“Hemî leşkerên min di ewlehîyê de ne. Di êrîşên Îranê yên ser bingehên leşkerî yên li Îraqê de ti kuştin yn birîndarbûn çênebûn.”

Trump bi berdewamî got ku Îran piştevana serekî ya terorê û hewla wan ya destxistina çekên navokî li ser tevahîya cîhana hemdem gefeke mezin e.

“Jibo demeke pir dirêj, ji sala 1979'an vir ve, dewletên cîhanê, ji reftarên xirabker û nearamker yên Îranê li Rojhilata Navîn û herêmên din re çavên xwe girtin. Êdî ew roj li paş man.”

Serok bal kişand ser mijara çekên navokî jî û got ku heta ku ew wek serokê Welatên Yekbûyî yên Amerîka bimîne, destûr ji Îranê re neyê dayîn ku bibe xwedîyê çekên navokî.

Wî bang li Brîtanya, Almanya, Fransa, Rûsya û Çînê kir ku dest ji peymana navokî ya 2015an berdin.

Trump bi berdewamî got ku rêvebirîya wî dê wek bersîvdana êrîşên Îranê toleyên nû yên dijî Îranê ragihîne, lê wî zelal nekir ku ew ceza dê çawa bin.

"Ew toleyên me yên hêzdar wê bidomin, heta ku Îran reftarên xwe biguherîne."

Serokê Amerîka ji NATO jî xwest ku li Rojhilata Navîn roleke karîgertir bilîze “Ez pan dikim ku ji hevalbendên NATOyê bixwazim ku di peyvajoya Rojhilata Navîn de roleke aktîftir biîzin.”

Îranê dabû zanîn ku êrîş wek tolhildana kuştina general Qasim Silêmanî ve hatine kirin jibr ku mafê wê ya xweparastinê heye.

Pentagonê jî ragihandibû ku di êrîşan de ti kuştin û birîndakirin çênebûye.