Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê dîyar kir ku ger Tirkîye di operasyona dijî bakurê Sûrîyê de ‘’sînoran derbaz bike’’ ewê aborîya wan hilweşîne.
‘’Ezê aborîya Tirkîyê bi temamî hilweşînim, nehêlim ku min berê jî ew kiribû’’ Trump got.
Trump da zanîn ku Amerîka di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de ji para xwe zêdetir kiriye û dîyar kir ku divê kesên din yên li herêmê axa xwe biparêzin.
Wî got ku divê Tirkîye û welatên Ewrupî li rewşa çekdarên DAIŞ’ê yên girtî û malbatên wan binêrin.
Serok Trump berî van twîtên dawî dîyar kiribû ku Tirkîye dê li bakurê Sûrîyê dest bi operasyonê bike û ew dê piştgirîyê nedin operasyonê.
Enqere dîyar dike ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya li bakurê Sûrîyê dijî axên wê gef e lê hin karbidestên Amerîkî wê di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de wek aktorekî girîng dibînin.