Trump Serdana Birayê Xwe yê li Nexweşxaneyê Kir

Serokê Amerîka Donald Trump serdana birayê xwe Robert Trump yê li nexweşxaneyê kir.

Donald Trump berî axaftina xwe ya li New Jerseyê ya li Komeleya Hevkarîya Polîsên Bajarê New Yorkê, bo serdana birayê xwe çû Nexweşxaneya Presbyterian / Weill Cornellê.

Trump di preskonferansa li Washingtonê de dîyar kiribû ku birayê wî li nexweşxaneyê, lê sedema wê eşkere nekiribû.

‘’Ji roja çêbûye vir ve, ew demeke dirêj e peywendîyên min û wî pir baş in. Ez hêvî dikim ku baş bibe, lê di qonaxeke dijwar re derbaz dibe.’’ Trump gotibû.

Wî di serdana birayê xwe de mask jî da ber rûyê xwe.

Kanala nûçeyan ya ABC’ê îdia kir ku rewişa Robert Trump giran e.

ABC’ê da zanîn ku Robert Trump di meha Hezîranê de jî li Nexweşxaneya Mount Sinai bi qasî hefteyekê di çavdêrîya krîtîk de bûye.

Robert Trump yê 72 salî di bîragiştî ya Amerîkî de bi piştgirîya xwe ya bo Donald Trump tê nas kirin.