Serokê Amerîka Donald Trump û Prensê Cigir Muhamed bîn Salman li Qesra Sipî kom bûn
Civîna her du rêberan di vê demê de, ku girjîya di navbera Rîyad û Tehranê de gur e, pêk hat.
Serok Trump li Qesra Sipî ji rojnamevanan re dîyar kir ku Îran ji alîyê herêmî û cîhanî ve rast tevnagere.
Trump da zanîn ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Rojhilata Navîn li ber qedandinê ye û dîyar kir ku hêzên Amerîkî dê ji hin herêman vekişin.
Prensê Cîgir jî got ku ew dixwazin temamê gefên dijî Amerîka, Erebîstana Saudî têk bibin û ji vê tam bawer bin.
Trump da zanîn ku Erebîstana Saudî û hin welatên ku navên wan eşkere nekir, di qutkirina jêderên aborî ji ser komên terorîst de bi awayekî rind dixebitin.
Erebîstana Saudî û Misir, Qatarê bi piştgirîya terorê tawanbar dikin.
Serok Trump dîyar kir ku di serdema Obama de peywendîya Washington û Rîyadê ne baş bûne, lê di dewra wî re gihaştîye asteke pir rind.