Trump Vekolîna Rûsya Careke Din bi Tundî Rexne Dike

Serokê Amerîka Donald Trump vekolîna Rûsya careke din bi gotinên tund rexne kir.

Trump bo vekolînê got ku ‘’geremolî’’ û ‘’dînbûn’’ek e û ser dozgerê taybet yê vekolîna Rûsya Robert Mueller jî dîyar kir ku di wî de ‘’nakokî’’ hene.

Wî ji Twitterê da zanîn ku vekolîner bo bersîvên dixwazin bistînin, dijî hin kesan gefan dixwin.

Serokê Amerîka da zanîn ku dema kempeyna hilbijartinê wî û Rûsya ti hevkarîya veşartî nekiriye.

Trump berê jî ser vekolînê gotibû ku ‘’dijî hiqûqê’’ ye û dîyar kiribû ku ew ji alîyê ‘’Demokratên tundrê’’ ve tê meşandin.

Mueller, Serokê berê yê Buroya Vekolîna Federal (FBI) e û Komarî ye.

Trump ser Mueller dîyar kir ‘’nakokî’’ di wî de heye û ser kesên beşdarî vekolînê jî bûne got ku ‘’rûreşên Amerîka ne’’

Piştî Hilbijartinên Mîdterm yên 6’ê Mijdarê, Wezîrê Dadê Jeff Session, ser daxwaza Trump karvekişîna xwe ragihandibû û li şûna wi sekreterê Sessions, Matthew Whiateker hatibû tayîn kirin.

Bi vê tayînê, vekolîna Rûsya ya ku Mueller dimeşîne bi Whitaker ve hat girêdan.

Şirovekar dîyar dikin ku tayînbûna Whitaker dê bo vekolîna Mueller metirsîyê çêke.

Demokrat jiber gotinên Whitekar yên ser vekolînê dixwazin ew ji vekolîna Rûsya vekişe.