Trump û Putin Ser Kontrolkirina Çekan Axifîn

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsya Vladimir Putin bi rêka telefonê axifîn.

Qesira Sipî dîyar kir ku Trump ji Putin re gotiye ku ew naxwaze bi Rûsya û Çînê re reqabeteke çekdarîyê ya mîlyar dolarî çêke.

Trump herwiha daye zanîn ku ew hêvî dike ku ser danûstandinên bo kontrolkirina çekan pêşveçûn çêbe.

Berdevikê Qesira Sipî Judd Deere ser peyivîna Trump û Putin got ku ‘’Serok Trump careke din dîyar kir ku ew naxwaze di navbera Amerîka, Çîn û Rûsya de reqabeteke çekdarî çêbe û da zanîn ku ew hêvî dike ku di danûstandinên Vîyana yên ser kontrolkirina çekan de pêşveçûnê bibîne’’

Li gor daxuyanîyê, Trump û Putin ser kontrolkirina vîrusa korona, hewilên bo jinûve vekirina aborîyên cîhanî jî peyivîne û ser mijarên dualî û cîhanî danûstandin kirine.

Kremlînê jî ragihand ku Trump û Putin ser bernameya çekên navokî yên Îranê jî peyivîne.

Di daxuyanîya Kremlînê de hat gotin ku her du rêber ser îstiqrara herêmî peyivîne û bal kişandine ser pêwîstîya bo hewildanên bo pûçkirina çekên navokî.

Qesira Sipî di daxuyanîya xwe de behsa mijara Îranê nekir.

Amerîka dibêje ku Çîn jî ji alîyê çekên navokî ve mezin dibe û divê ew tevî wê û Rûsya peymaneke nû îmza bikin, lê Çîn bi awayekî erênî li vê bangê nanêre.

Karbidestên Çînê dibêjin ku ew dixwazin ku beşdarî danûstandinên Amerîka û Rûsya yên ser kontrolkirina çekan bibin, lê divê berê Washington çekên xwe yan navokî daxe asta ya Pekînê ku 20 qat biçûktir e.