Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê got ku Amerîka û Ewrupa ji êrîşên terorîstî yên dû hev pir kişandine, ewê wan êrîşan bisekîninin.
Trump di axaftina xwe de li Warşova ya paytaxta Polanya got ku gefên mezin li ser ewlehî û awayê jîyana me hene, lê ewê tixubên Amerîka ji terorîzm û tundrêtî re bigirin.
"Em nikarin wan kesan qebûl bikin ku nirxên me red dikin û nefret û kîndarî li dijî kesên bêguneh bi kar tînin,” Trump got.
Serok demeke zûtir ya îro, di hazribûna Serokê Polandî Andrzej Duda gotibû ku Amerîka bi Poland li hember kiryar û reftarên Rûsya xirabker dixebite û ew pêgir in ku li Ewrupaya navîn û rojhilat aştî û ewlekarî pêk were.
Trump herwiha pesna NATO da û ew wek hevalbendîyeke girîng bi nav kir ku dikare pêşî li alozî û şeran bigire.