Serok Trump û Serokê Meksîka Nieto Îro bi Telefonê Peyîvîn

Trump û Nieto

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Meksîka Enrique Pena Nieto, piştî betalbûna hevdîtina plankirî ya hefteya tê, îro Înê nêzîkî demjimrekê bi telefonê peyîvîn.

Her du rêber got ku axaftin baş derbaz bû û girjî û alozîya li ser kêşeya avakirina dîwara ser sînor nermtir bû.

Serok Trump axaftina telefonê ya bi Nieto re gelek baş bi nav kir. “Sînorê Meksîka bi başî nayê parastin, madeyên hişbir, muxaderat diherikin hindurê Amerîka û ezê rê nedim vê yekê,” Trump got.

Wî bi berdewamî got ku rêzgirtin û hezkirineke wî ya mezin ji Meksîka re heye û ew gelê Meksîkî pir hez dike.

Ofîsa seroktîya Meksîkî ragihand ku her du rêber cudabîrîyên xwe yên ser mesrefên avakirina dîwarê diparêzin û her du rêber li hev kir ku ser vê mijara hesas bi vekirî nirxandinên vekirî neyên kirin.

“Her du serok ferman da tîmên xwe ku dîyalogê bidomînin û peywendîyên stratejîk û ekonomîk bi rengekî avaker bidomînin,” daxuyanîya ofîsa seroktîya Meksîkî dîyar kir.

Serokê Meksîka Enrique Pena Nieto roja Pêncşemê ragihandibû ku ew civîna xwe ya Sêşema ligel Serokê Amerîka Donald Trump betal kiriye.