Serok Trump Biryara Ser Peymana Navokî Radigihîne

Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê ragihand ku ewê îro Sêşemê, li Qesra Sipî bi daxuyanîyekê biryara dawî ya li ser peymana navokî bide.

Karbidestekî Amerîkî ye payabilind ji Reuters’ê re da zanîn ku hevalbendên Ewrupî hewil dane ku Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê venekişe û dîyar kir ku hîn ne eşkere ye bandora wan ser biryara Trump çêbûye ye yan na.

‘’Ezê di 14:00 de, li Qesra Sipî ser peymana navokî ya bi Îranê biryara xwe eşkere bikim’’ Trump li Twitterê nivîsî.

Serok Trump gelek caran da zanîn ku ewê peymanê pûç bike, lê Brîtanya, Fransa û Almanya bo domandina peymanê gelek danûstandin kirin.

Dîplomatekî Ewrupa jî ji Reuters’ê dîyar kir ku Trump dev ji toleyên dijî Îranê bernade û got ku domandina peymana navokî ‘’îhtimaleke pir biçûk’’ e

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî dabû zanîn ku eger Amerîka ji peymana navokî vekişe ewê bi ‘’poşmanîyeke dîrokî’’ re rû bi rû bimîne.