Serokê Amerîka Donald Trump û Serokwezîra Almanya Angela Merkel bi rêka telefonê ser kêşeya mirovî ya li Gutaya Rojhilat axifîn.
Berlînê, piştî axaftinê ragihand ku her du rêber didin zanîn ku berpirsê tundûtûjîya li herêma Gutaya Rojhilat, rejîma Sûrîyê ye.
Li gor daxuyanîya Berlînê, her du rêber dê bang li Rûsya û Esad bikin ku êrîşên xwe yên li Gutaya Rojhilat rawestînin.
Ji alîyê din ve Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) ser banga Brîtanya dê demûdest bo Gutaya Rojhilat kom bibe.
Brîtanya bi bernivîsekê bang li hemî alîyên şer dike ku li gor biryara agirbestê ya CENY’ê tevbigerin û bo alîkarî bigihêjin Gutaya Rojhilat jî destûra ketina wê herêmê dixwaze.