Trump: Ger Meksîko Koçberîya Dijî Qanûnê Ranewestîne Ezê Sînor Bigirim

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ger Meksîko koçberîya dijî qanûnê demûdest ranewestîne ewê sînor bigire.

Trump ji Twitterê da zanîn ku ger koçberîye di ser sînorê Amerîka yê başûr re raneweste ewê temamê sînor yan jî hin beşên wî were girtin.

Wî herwiha dîyar kir ku li Amerîka qanûnên ser koçberîyê qels in û bang li Kongresê kir ku qanûnên ser koçberîyê biguherîne.

Serokê Amerîkî bi berdewamî got ku Meksîko ‘’bi xêra Amerîka’’ her sal 100 mîlyar dolar qezenc dike û dîyar kir ku jiber bazirganîya hişbiran ‘’gelek mesrefên’’ Amerîka çêdibe.

Karbidestên li sînor didin zanîn tenê di meha Adarê de nêzî 100,000 kes li sînor hatine desteser kirin yan dersînor kirin.