Serok Donald Trump yê bi vîrusa korona ketiye dê bo çend rojan li Nexşweşxaneya Leşkerî ya Walter Reed ya li Bethesda ya eyaleta Maryland, ku cîrana Washington ya paytext e, bimîne.
Trump ji baxçeyê Qesira Sipî meşîya û li helîkoptera seroktîyê Marine One siwar bû ku bi vî awayî piştî nexweşîya vîrusa korona cara pêşî derket pêş kamerayan.
Ew gava ber bi helîkopterê ve dimeşîya, ji rojnamevanan re destê xwe rakir û da zanîn ku rewişa wî baş e.
Trump berî ji Qesira Sipî derkeve ji Twitterê vîdeoyek belav kir û spasîya kesên piştgirîyê didin wî kir.
Wî dîyar kir ku rewişa wî û Xanima Yekê Melania Trump rind e û da zanîn ku ewê bo tedbîrê here Nexweşxaneya Walter Reed.
Berdevika Qesira Sipî Kayleigh McEnany dîyar kiribû ku Serok Trump dê ji nexweşxaneyê karên xwe bidomîne.