Trump: Vîrusa Korona li Laboratuvareke Çînê Hatiye Çêkirin

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku vîrusa korona li Enstîtuya Vîrolojî ya Wuhanê ya Çînê hatiye çêkirin û wî delîla vê agahîyê dîtiye.

Trump di preskonferansa li Qesira Sipî de got ku ‘’Yan Çînê nikaribû belavbûna vîrusa korona rawestanda yan jî hişt ku ew vîrus belav be’’

Li ser pirsa ‘’Berpirsa belavbûna vîrusê Serokê Çînê Xi Jinping e yan ne’’, Trump ti şirove nekir.

Dîrektorîya Îstixbarata Neteweyî ya Amerîka dabû zanîn ku vîrusa korona bi destê însanan çênebûye û ji labaratuvarê derneketiye.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de berê li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû tespît kirin û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li Amerîka 62,850 û li Çînê 4637 kes kuştine.

Jiber vîrusa korona, li seranserê cîhanê 232,817 kes jîyanên xwe ji dest dane.