Trump: Amerîka Wê Kurdên li Sûrîyê Biparêze

Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê got ku ger hêzên Amerîkî ji Sûrîyê vekişe jî, Welatên Yekbûyî yên Amerîkî dê Kurdên li Sûrîyê biparêze.

Trump da zanîn ku wî ti car negotiye ku ewê di çar mehan de bi temamî ji Sûrîyê derkevin û dîyar kir ku ewê qonax bi qonax ji wî welatî vekişin.

Amerîka li Sûrîyê di têkoşîna dijî Dewleta îslamî (DAIŞ) de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, hevkarî dike û Tirkîye wê wek ''rêxistineke terorîst'' dibîne.

Trump gava derbarê YPG'ê dipeyivî gotk ku ''Tirkîye ji wan hez nake. Petrolê difiroşin Îranê û ez ji vê ne razî me. Me got ku nefiroşin, lê dîsa jî em dixwazin berevanîya Kurdan bikin''

Serokê Amerîkî da zanîn ku ew naxwazin ''heta hetayê'' li Sûrîyê bimînin.

Trump meha borî dîyar kiribû ku ewê leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê vekişîne û piştre bi rexneyên tund re rû bi rû mabû.

Wezîrê Berevanî Jim Mattis ser biryara Trump karvekişîna xwe ragihandibû.