Trump Diji Kubayê Tolêyên Nû Ragihandin

Sêrokê Amerîka Donald Trump, îro Çarşêmê tolêyên nû li diji Kubayê ragihandin.

Biryara nû mayîna Amerîkîyan li cîhên ku xwedîyê wan hikûmeta Kubaye qedexe dike, herwiha pêşî li derfirotina puro û lîkorên Kubayî digire.

“Îro, di çerçoveya şerê me ya berdewamî li dijî tepeserkirina komunîzmê de, ez radigîhînîm ku Wezerata Xêzîneyê, wê mayîna rêwîyên Amerîkîyan li cîhên ku xwêdîyên wan hikûmeta Kubaye qedexe dike” Trump li Qesra Spî got.

“Herwiha em li ser derfirotina alkol û titûnên Kubayê ji sinor datînin” Serok Trump di çalakîye bo kesên ku di leşkerîya Amerîkî de xizmet kirine de got.

Di çalakîyê de herwiha salvegera 40'an ya anîna 120,000 hemwelatîyen Kubayê hat bîbirxistin, ku di sala 1980'an da bi belema Mariel hatibûn bajarê Miami.

Trump, ji despêka karê xwe ya 2017'an vir ve, toleyên dijî Kubaye bi hêztir kiriye ku ji alîyê Serokê berê yê Demokrat Barack Obama hatibûn sist kirin.

Rêvêbirîya Trump di Hêzîrana 2019'an de tolêyên xurt li diji rêwîtîya bo Kubayê danîbû. Hîkûmeta Trump dabû zanîn ku bi tolêyan ew dixwazin ku tepeserkirina hîkûmeta komînîst bikin jiber ku ew piştgirî dide Serokê Venezuala Nicolas Maduro.

Wezerata Xêzîneyê di wê demê de gotûbû ku Amerîka wê êdî nahêle ku rêwîtîya komî ya perwerdeyî pêk werin, ku ew sîstemeke hezkirî bû û li dervayê çarçoveya toleyan hatibû hiştin.

Wezeratê herwiha dabû zanîn ku rêwî, vesayetên rêwîtîyê, firokên şexsî û yên şîrketan nema dikarin herin Kubayê.