Piranîya Hilbijerên Komarî Trump Wek Berbijarekî Zana û Karîger Dibînin

Pirsnameyeke Associated Press destnîşan dike ku 8 ji 10 hilbijerên Komarî difikrin Donald Trump berbijarekî zana û bi bandor e ku ji wan kesana du xalên herî girîng ya kandîdekî ne.

Dema anketa Associated Press pirsîye ku gelo Trump yekî xungerm, sempatîk û dirust e, asta bersîvên erênî bi awayekî berbiçav kêm bûye.

AP dide zanîn ku wê ev pirsname berî şîroveyên Trump ya derheqa qedexekirina hatina Misilmanan ya Amerîka hatiye kirin.