Serokê Amerîka Donald Trump got ku ewê bi dîtina Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un şanaz bibe, bi şertê ku hevdîtin di rewşên rast de pêk were.
‘’Ger şertên hevdîtinê hebûna bêguman min dixwest wî bibînim. Ez ê bi vê yekê şanaz bûbûma’’ Trump di kanala Bloombergê de got.
Trump, ew gotin di demeke ku girjîya bi Koreya Bakur re zêde bûye de kirin.
Qesra Sipî, piştî gotinên Trump bi daxuyanîyekê dîyar kir ku jibo her du serok kom bibin, divê berê Koreya Bakur gelek bernameyên xwe biguherîne.
Berdevkê Qesra Sipî Sean Spicer da zanîn ku Washington dixwaze ku Koreya Bakur kiryarên xwe yên provokatîf demûdest biterikîne.