Civata Nûneran Ser Dengdana Astengkirina Kongresê ji Serok Trump Împîç Kir

Civata Nûneran ya Amerîka di dengdana ser xala duyê ya împîçkirina Serok Donald Trump da biryar da ku wî Kongresê asteng kiriye.

Di dengdanê de 228 Demokrat û 1 endamê Serbixwe dengê erê da û 195 Komarî û 3 Demokrat jî dengê na da û 1 endamê Civata Nûneran jî dengê “amade ye” bi kar anî.

Bi vî awayî Civata Nûneran ya Amerîka, Serok Trump bi du xalan: bi karanîna hêz û desthilata posta seroktîya Amerîka, jibo armancên nerewa û bo destxistina berjewendîyên şexsî û astengkirina Komngresê împîç kir anku bi fermî tawanbar kir.