Trump ku ji Alîyê Deh Hezaran ve Hat Pêşwazî Kirin, Gera Hîndistanê Didomîne

Serokê Amerîka Donald Trump, ku serêdana xwe ya Hîndistanê didomîne, îro Duşemê ji alîyê pirtir ji 100,000 Hîndîyan ve hate pêşwazî kirin.

Serok Trump di axaftina xwe de Serokezîrê Hîndistanê Narendra Modi pesand û soza peymaneke hêja ya bazirganî bi Hîndistanê re da.

Trump di axaftina herî mezin ya li dervayê welêt de, herwiha soza peydakirina “alavên herî pêşketî yên leşkerî li ser erdê”da Hîndistanê.

Gelek Hîndistanî bi maskên Trump yên ji kaxiz hate çêkirin û kumên “Bi Xêr Hatî Trump” li serê xwe, li bajarê Serokwezîr Modi, li Ahmedabad hatibûn dîtine serokê Amerîkî.

Modi, ku nasyonelîstekî tund e, di hilbijartina dawî de jinûve hatibû hilbijrtin û welat xwe bi berdewamî ber bi alîyê rastgerî ya qada sîyasetê ve dibe.

Rexnegirên Modî wî bi hebûna helwesteke zordar û poîtîkayêndabeşkar yên etnîkî tawanbar dikin,lê ew peywendîya xwe ya nêzîk ya bi Trump re wek hêza xwe ya di qada cîhaê de nîşan dide.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku serêdana Trump ya Hîndistanê gaveke pêşîgir ya hember Çînê ye ku di salên dawî de wek hêzeke super xuya dibe.

Hêjayî balkişandinê ye ku hîndistan yek ji çend dewletên cîhanê ye ku asta hezkirin û piçtgirîdna Trump ji 50 ji sedê bilindtir e.