Serokê berê yê Amerîka Donald Trump bo hilbiartinên seroktîyê yên 2024’an serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Federal da.
Trump bi serlêdanê bi awayekî fermî berbijarîya xwe ragihand û komîteyeke nû ya kempeynê ava kir.
Komarî di hilbijartinên nîvdemî de li hîn cîhên girîng bin ketin ku eşkerebûna berbijarîya Trump li dû vê binketinê tê.
Şîretvanên Trump ji wî xwestibûn ku berbijarîya xwe niha ranegihîne.
Bradley Crate, ku berê bo karên sîyasî yên Trump xebitîye, komîteyeke bi navê ‘’Donald J. Trump for President 2024’’ (Jibo Seroktîyê Donald J. Trump 2024) ava kir.
Trump yê 76 salî bi vê serlêdanê pêşhilbijartinên seroktîyê yên Komarîyan da destpê kirin.
Serokê berê li Florîda ser berbijarîya xwe axifî û da zanîn ku di dewra rêvebirîya piştî wî de bi tenê êş, fikar û reşbînî çêbûne.
Wî dîyar kir ku ewê Amerîka jinûve mezin bikin û bînin asteke bilind.
Serok Joe Biden ji Twitterê da zanîn ku Trump bi ragihandina berbijarîya xwe Amerîkî xeyalşikestî kirine.
Biden bi vîdeoyekê dîyar kir ku Trump di dewra xwe de tundrê sor kirin û êrîşî mafên jinan kir.
Hîn nayê zanîn ku gelo Biden wê jibo hilbijartinên 2024’an bibe berbijar yan ne, lê wî tenê got ku jibo berbijarîye nîyeta wî heye.